Daxuyaniyek li ser binpêkirinên li bakurê Sûriyê

Rêxistinên ku li ser daxuyanê îmzekirine, bi dilgranî li binpêkirinên Asayîsên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)ê pêşwaz kirin, û ew bi xurtî şermezar kirin.

Ango Asayîşa PYDê hejmareke baregeh û navendên Encûmena Niştimanî a kurd û partiyên wê girtine , herweha hin navendên rêxistinên sîvîl ên nêzîkî ENKSê û hin rêxistinên din jî hene mîna Rêxistina Aşûrî ya Demokirat  hatine girtin, ku hejmara baregeh û navendên ku ji aliyê Asayîşê ve hatine girtin  44 naved derbas kirine.

Di heman dema girtina navendan de, kampîneyeke dergirtinê ya berferh jî pêkhat û di encamê de gelek polîtîkvan, û çalakvanên sîvîl, û rojnamevan hatine destgîrkirin.

Herweha hejmareke ji ciwanên(Tevgera Ciwanên Şoreşger) a ku girêdayî partiya Yekîtiya Demokiratîk e destdirêjî li navend, alîgir û kadroyên partiyên Encûmena Niştimanî a Kurd kirin û hin navend li bajar û bajarokên kurdî şewistandin û teqandin.

Herwisa ahengên roja jinê ya cîhanî û Newrozê qedexekirin û li bêtirî cihekî destdirêjî li beşdarên wan ahengan kirin.

Rêxistinên ku li ser vê daxuyanê îmze dikin bi zimaekî tund van bipêkirinên sîstêmatîk yên ku ji aliyê Asayîşê û rêxistinên PYDê ve tên kirin şermezar dikin û dibînin ku ev  binpêkirin li gir siyaseteke sîstêmatî têne meşandin û di bingehê de li ser tunekirina azadiyan, jiholêrakirina nêrîna dîtir, desteserkirina karên sîvîl, polîtîk û rêgirtina li ber ragihandinê, radibin.

Ev kiryar jî tersî hemî erk û sozên ku PYDê weke desthilateke dêfakto, li xwe girtine tê li gorî zagona navdewletî û Li hemberî van binpêkirinên li dijî mafên mirovan, ev desthilata hemî berpirsyariyên zagonî li deverên kontrola xwe ya leşkerî,  hildigre.

Rêxistinên li ser daxuyaniyê îmzekirine, daxwazê ji hemî welatên ku piştgiriya vê desthilata dêfakto dikin, ku fişarê li Partiya Yekîtiya Demokirt bikin da ku ji kiryarên xwe vegere û rê nedin berdewakirina binpêkirinanan ji aliyê wê ve. herweha nehêlin ku PYDê di bin sîwan û behaneya (şerê li dijî Daişê) destdirêjiyan li dijî mafên mirovan bike.

Herwisa ev rêxistin ji (komîta lêkolînên navdewletî ya serbixwe) ya ku Pawlo Pênêro serokê wê ye, daxwaz dikin, da ku lêkolîneke yekser li ser hemî tewanbariyên li dijî desthilat û rêxistinên leşkerî yên ku girêdayî PYDê ne veke û bi taybetî:

– leşkerkirina zarokan ya ku weke gunehkariyekê li gorî zagona navwelatî ya mirovî tê nirxandin, herweha ev yeka li gor dadgeha tewanên navwelatî weke gunehkariyeke şer têye naskirin.

– koçberkirina bi zorê ya ku weke gunehkariyeke şer û li dijî mirovahiyê, li gor zagona navwelatî tê naskirin.

  • Navenda Sûryayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  • Rêxistina Kewakibî ya mafê mirovan
  • Navenda zanistiyê ya komara dîmokratiyetê
  • Ornamo  ya dadweriyê û mafê mirovan
  • Rêxistina Asorî ya mafê mirovan
  • Peymangeha Sûrî ya dadweryê
  • Navenda Elkewakibî a dadweriyê û mafê mirovan
  • Navenda dadweriya Sûrî a mafê mirovan
  • Navenda Sûrî ji bo zanistî û lêkolîna yasayî
  • Kombenda serbixweyên kurd ên Sûrî