America: Rêjîma Esed sojgeheke terman nêzî zindana Sêdnayayê çêkiriye

Washington- (Reuters) – berpirsekî wezareta derve ya Americayê roja duşemê got ku delîl li cem DYAyê heye ku rêjîma Serokî Sûrîyeyî Beşar Elesed sojgeheke terman nêzîkî zindaneke leşkerî a mezin derveyî same çêkiriye.

Stewart Jones ê ku bi karê alîkarîya wezîrê derve yê karûbarên rojhilata navîn radibe got ku berpirsine American gumen dikin ku avakirin vê sojgehê ew bû xilasbûna ji termên li Zindana Sêdnayayê ne ku tê texmîkirin Hikûmeta Esed bi komî, hezarên girtîyan bi dar ve kirine ev yek jî di çaxa cenga navxweyî de ye ku ev şeş salên wê berdewam e.

Jones ji rojnamevanan re diyar kir “hin çavkanîyan ku em ji wan piştrast in guman dikin ku gelek term ketine gorên komî de” her weha got “em guman dikin ku rêjîma Sûrîyeyê termên di zindana Sêdnayayê de şewitandine da ku tu delîlan li ser kuştina wan nehêle.”

Jones got ku DYA guman dike ku Rêjîma Sûrîyeyê sojgeha terman li Zindana Sêdnayayê çêkiriye da ku kuştina bikomî li zindanê veşêre û ew ê delîlan li ser vê yekê jib o Civaka Navdewletî pêşkêş bike.

Di Sibata borî de, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî got ku di nav 20 ta 50 kesan heftîyane dihatin bidarvekirin di zindana Sêdnaya ya leşkerî li bakurê same. Her weha ji 5,000 ta 13,000 kesan di çar salên dawî de ku raperîn di wan de bûye ceng, hatine bidarvekirin.

Jones di ware avakirina herêmine “sivikkirina cengê” di hundirê Sûrîyeyê de bo nizimkirina asta tundîyê û alîkarîya sivîlan, ne geşbîn bû. Ev lihevkirin bi rêya Rûsyayê hate pêşniyarkirin û îran û Tirkîyeyê di danûstendinên agirbestê de yên ku li paytexta Kazaxistanê, Asîtana li dar ketibûn, piştgirîya wê kirin.

Jones got “ji ber têkçûna lihevkirinên agirbestan yên bûrî, gumanên me nuha di cihê xwe de ne” her weha got :” ji Rêjîma Esed û Opozisyonê tê xwestin ku hemû êrîşên xwe li ser sivîlan rawestînin. Rûsya jî divabe pabendîya rêjîmê garantî bike”.

Vîdioya daxuyanîya Americî

Belge: Rapora Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî ku di 7ê sibata 2017an de derketiye

Gurandina bi komî: bidarvekirina bi komî û tunekirinên pilankirî li Zindana Sêdnayayê li Sûrîyeyê (Erabi)