Heşt Sal ji Wendakirinê; Bapendin xebat bikin bo aşkerkirina Rastî yê û anîna tawankeran bo Edaletê

Îro 9ê Çileyê Pêşîn/ Berfanbarê, salvegera bi kul ya revandina parzêvanên mafên mirovan, hevkar û parêzer Rezan Zeytûna, çalakvana siyasî Semîra Xelîl, digel her yek ji çalakvan Waîl Hemada, û Helbestvan û Parêzer Nazim Hemadî, ku nivîsengeha Hevbeş ya Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Sûriyayê, û nivîsengeha geşepêdana Navxowyî û piştgîrkirina pirojên piçûk û nivîsengeha kovara Em Derketina Azadî yê, ku li Bajarê Doma yê li gundewarên Şama paytext, rûberûyê êrîşekê bû ji aliyê girûpek çekdar nixûmandî, ku her çar çalakvan birin derek nenasiyar, û tevî ku tevahiya girûpên çekdar ji deverê derketin piştî kontolkirina hêzên rejîma Sûriyayê ji sala 2018an va, lê çarenivîsa herçar hevalan ta îro ne diyare.

Herçarên revandî bapendbûn bi alêkariya ziyandîtiyên binpêkirinên mafên mirovan, ku kî ba na, wek çawa Rezan digot: (mafên mirovan û reftar digel da, ne cihê danûstandinê ye, û ne nerine), xebata hevalên revandî, rolek sereke bû di belgekirina binpêkirinan da yên ku li Sûriyayê rûdan, bi taybet yên ku li Xotayê rûdidan, ku encama xebata wan bû sedema pêşkêşkirina dozek dadwerî derbarî bikaranîna Rejîmê çekên kîmawî di 2013 bi ser Xotayê da, her wiha dozên dadwerî li Fransa û Elmaniya û Swîdê.

Tevî xebatên ku ji aliyê malbatên herçar revandîya û heval û parêzeran ku tên kirin, daku çarenivîsa wan eşkera bibe, digel peywendî bi aliyên bandor da, û pêşkêşkirina dozek dadwerî li dijî çend serkirdên CeyşûlÎslam yê ku gûman tê lêkirin di revandinê da, lê çi hêvî di tevgerên diplomasî û siyasî ji aliyê dewletên xwedan bandor li ser van girûpan tune ye, û çi gefê nakin, lê tenê karê revandinê şermezar dikin.

Di dema ku karûxebat tê kirin bo edalet û sizadana berpirsên tawanên dijî mirovahî yê li Sûriyayê, destladarên defakto li Sûriyayê siyastên revandinê û girtinê û eşkencê birêve dibin daku tawanên xwe veşêrin, di rêya helmetên tirsandina şahid û ziyandîtiyan, ya di rêya gomankirinê li ser karûbarên dadwerî.

Em wek xebatkarên Navenda Sûrîyeyî ya bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, di vê salvegera bi êş da, pabendbûna xwe ya herdemî bo parastina mafên mirovan tekez dikin, binpêker kî be. hemû Sûriyan bi dadwerî û berpirsiyariyê re, û şerê bêcezakirinê, sûcdar û qurbanî kî dibe bila bibe, weke garantiyek bingehîn ji bo avakirina dewleteke demokratîk, ku bi qanûnê tê birêvebirin, li ser bingeha cudakirina desthilatan û parastina mafên mirovan û welatîbûnê li Sûriyê.

Wêne bi destê heval Mihemed Necdet hatiye kişandin û bi destê Hunermend Ezîz Elesmer hatiye nexişkirin.