Ragihandina Derfeta Karekî: hevrêzkar

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: dawîya roja pêncşemê 27ê berfanbara 2018an

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire. Ji çaxa damezrandinl;a Navendê di sala 2004an de, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li ser berevanîya di ber kesên setemxwar de ji ber nerînên xwe, belavkirina çanda mafên mirovan û piştgirî û geşkirina ragihandineke serbixwe û rexnegir kar dike.

ew nuha li ser bibelgekirina binpêkirinên mafên mirovan û hildana dozên qurbanîyan kar dike, li gel piştgirîya civaka sivîl a Sûrîyayî û piştgirîya ragihandinên û rojnamegerên Sûrîyayî bi rêya tîmeke wê ya li Sûrîyayê û derdorê her weha li Parzemîna Amerîkî û Ewropayê û karê xwe ji Parîsa Fransayê bi rê ve dibe.

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê pêdivîya xwe bi hevrêzkarekî/ê radigihîne da ku di warê serpereştîya ser karê programa dadgehkirinê de li gor pêsivî û armancên navendê alîkar be.
hun dikarin hûrgilîyên derfetê û jêhatinên xwestî di dosyaya li jêr de bibînin her weha hun dikarin jîyannameya xwe bişînin vê emailê ‘[email protected]‘ li jêr serenavê ‘Hevrêzkar-Nav‘

 

Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan

Piştî 15 rojan ji ragihandina kar

Dîroka ragihandinê

17ê berfanbara 2018an

Cihê Kar: Fransa/ Parîs
Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM)

Agahîyên Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire.

program

Dadgehkirin

Navê Kar

hevrêzkar

hejmara xwestî

yek

Dirêjahîya girêdanê

9 meh

berpirsyarîtî

  • alîkarîya di warê bipêşxistina planên demkurt û demdirêj bo programê û çalakîyên wê li gel beşdarîya do çêkirina projeyan û daxwazên peredayînê de her weha çavdêrîya pêşketina wan û nirxandina kar.
  • çavdêrîya karê karmendan û bicihanîna çalaîyên programê li gor pilannameyê û agahîyên berpirsyar.
  • çêkirina raporên hundirîn û derveyî bi her du zimanên Erebî û Îngilîzî li gor pîvanên Navendê.
  • amadekirina puxteya çalakîyên cûrbicûr li gel civîn û hevdîtinan p hevrêzkarîya li gel program û beşên din li gor pêdivîyan û daxwazên berpirsê yekser/
  • Bibelgekirin û danheva  agahî, belege û daxuyanîyên pêwendîdar li gor pêdivîyên programê yên destnîşankirî her weha bi hevsengîya li gel siyasetên ewlehîya dijîtalî ya navendê.
  • wergera ji Îngilîzîyê û bo wê, devkî û nivîskî li gor pêdivîyan li gel parastina naverokê û şêwaz.
  • Birêvebirin û/an lidarxistina civîn / çalakîyan bi awayekî berdewam li gel endaman û alîyên taybet ji bo piştgirî û bipêşxistina têkilîyên erênî.
  • Hevrêzkarîya li gel hevkar, ragihêner û kesên din ên pêwendîdar ji bo şîrovekirin û belavkirina programê û çalakîyên wê.
  • Pabendîya  bi pîvanên pîşe yên ku behsa wan di system, protokol û qanûnên pêwendîdar de hatiye kirin.
  • Peydakirina jîngeheke ewle û pabendîya bi gavên ewlehî, rêgez û bendan.
  • parastina taybetmendîya qezencgiran di hemû rewşan de û bi rêya hemû belge û agahîyan.
  • beşdarîya di birêvbirina hevdîtin û çalakîyên hundirîn li gel nivîsîna raporan.
  • nivîsandin û pêşkêşkirina raporên mehane der barê kar û rewşa heyî de.
  • çi karê din ku ji hêla birêveber were xwestin.
  • Jêhatin
  • Dîplomyeke zanîngehê a di warê Qanûna Navdewletî  de an di asta wê de.
  • Zanîna bi Erebî û Îngilîzî , her weha zanîna bi Fransîyê bi sûd e.
  • Tecrubeya 2 salan di karê mafên mirovan, qanûna navdewletî, dadmendîya veguhêz an çi warê pêwendîdar.
  • pisporîya du salan di karê birêveberîyê yê girêdayî çalakîyên mafên mirovan , qanûna navdewletî an rêxistinên ne hikûmî.
  • Pisporîya bikaranîna programên kompyûter û înternetê yên pêwîst ji bo kar.
  • Valabûna û karîna rêwîtîyê.
  • Zanîneke berfireh bi rewşa Sûrîyayê bi taybet di warê alîyên di nav şer de.
  • Karibe di nava tîmekê de û tekane jî di bin fişarê de û di rewşên zehmet û astengdar de.
Çawanîya pêşkêşkirinê

●      Divabe agahîyên têkilîyê tev (telefon – Skype), karên berê li gel destnîşankirina navên alîyên ku bi wan re kar kiribû û dîplomayên akadîmî, di CVyê de hebin.

●      Navê sê kesên ku em li wan vegerin binivîse.

●      Divabe CV bi forma PDF be û navê dosyayê bi navê kesê ku navê xwe pêşkêş kiribe

●      Daxwaznameya xwe bişîne [email protected] û ji kerema xwe re di navnîşana emailê de navê kar (berpirsê/a bibelgekirinê û bingeha agahîyan) binivîse.

●      Daxwaznameyên piştî dema destnîşankirî tên şandin, tên paşguhkirin.