Veguhestina Mazin Derwîş ji Zindana Şamê ya Navendî ber bi Cihekî Nediyar ve

Desthilatên Sûrîyeyî sibeha îroj 31ê rêbendana 2015an  rojnamevan û parêzer Mazin Derwîş ji girtîgeha wî li Zindana Şamê ya Navendî –zindana Edrayê-  ber bi cihekî nediyar ve veguhestin. Lê ta nuha nehatiye zanîn gelo her du çalakvanên sivîl Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr pê re ne en hîn di Zindana Edrayê de ne.

Di 16ê sibata 2012an de, hêzên muxaberata asîmanî êrîşî ofîsa Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li Şamê kir û hemû kesên li wir girtin. Mazin Derwîş û 9 hevkarên xwe neh mehan di bin sîya windakirina bi neçarî de man û tu agahî li ser jîyana wan nebûn. Di 30ê mijdarê de, desteyên berpirsyar Mazin Derwîş û kesên pê re birin Zindana Şamê ya Navendî (Zindana Edrayê) û bi madeya heyştan a qanûna terorê (Belvkirina karên terorî) hatin tometbarkirin ku ev qanûn bixwe piştî girtina wan hatibû derxistin da ku li pêş dadgeha terorê a ku ew jî piştî girtina hatibû damezrandin, werin dadgehkirin. Paşê desteya dadgehê pejirand ku Mensûr Elumerî û Ebdilrehman Himadê dadgehkirina xwe bê zindan berdewam bikin lê daxwaza pêkanîna vê yekê li ser Mazin Derwîş, Hisên Xerîr û Hanî Elzîtanî red kir.

Ji alîyekî din ve biryara serokî ya ku di Hizêrana 2014an de derketibû û lêbûrîna li ser hemû sezayan li xwe girtibû nehate pêkanîn. Desteyên berpirsyar hemû bangên navdewletî û mafnasî her weha banga NYyê ji bo serbestkirina girtîyên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê red kir.

Dadgeha terorê li Şamê di 20ê rêbendana 2015an de rûniştina dadgehkirinê bo cara şeşan bidûr xist bê ku sedemên dûrxistinê ragihîne.

Di daxuyanîya xwe ya 28ê mijdarê de, avenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê got:

(redkirina dadmendîya qanûnî ku li ser bingeha k utu gunehê tawankar tuneye ta ku tawanbarîya wî teqez bibe, radibe, redkirina hemû bangên mirovî, mafnasî û navdewletî, redkirina mafên ku qanûn behsa wan ji bo girtîyan dike û tiştine din diyar dikin ku desthiltên berpirs bi awayekî pir xerab danûstendinê bi Mazin Derwîş û girtîyên avenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê re dike. Ev yek di encamê de tirsa li ser jîyana û çarenûsa wan zêdetir dike her weha rewş diyar dike ku desthilat dê bijardeyên herî xirab bo çalakvanên sivîl, aştîyane û mafnas, bibêjer).

Îroj, em ji desthilatên Sûrîyeyî yên berpirs dixwazin ku di cih de çarenûsa Mazin Derwîş diyar bike her weha em berpirsyarîtîya jîyana wî û sqaxlemîya wî dixin histên wan de û daxwazên xwe yên cîbicîkirina biryarên taybet yên doza girtîyên avenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê nû dikin da ku Mazin Derwîş û kesên pê re demlidest û bê şert werin berdan.