Nameyeke Vekirî Bo Desthilatên Behrênê: Hemû Tometan Ji Ser Nebîl Receb Hilînin û Wî Serbeset Bikin

Em kesêên jêrîmzeker ji Desthilatên Behrênê dixwazin ku Nebîl Recebdemlidest serbest bikin, hemû sezayan ji ser rakin û hemû tometên ku jê re hatine spartin hilînin. Di 31ê berfanbara 2018an de, dibe ku Dadgeha Dijrabûnê sezaya xwe ya berdewamîya pênc salên zindankirinêder heqê wî de derketibû derxe ji ber gotinên aştîyane hatine belavkirin li ser Twettera wî tê de behsa kuştina sivîlan di şerê li Yemenê de ku ji hêla Seûdîyê û Hêzên Hevpeymanan tê birêvebirin, kiribû, li gel tometên îşkencekirina di zindana Jo de.

Em bitirs in ku sezaya wî ya zindankirinê were dirêjkirin eger tu kes li dijî wê nesekine, bi rêya destnîşankirina dîroka rûniştinê di roja 31ê berfanbarê de ku di wê rojê de hemû cîhan bi şahîyên şeva sersalê mijûl in. ev ne mijareke derbasdar e, birêveberê opozisyonê di 28ê berfanbara 2014an de hatibû girtin paşê sezaya 4 salên zindankirinê lê hate birîn ji ber dadgehkirineke nedadmend, di meha borî de, di dozeke din de, tometên sîxurîyê bo wî hatin spartin ûsezaya wî bû zindankirina hetahetayî.

Receb ji berê ve û heta nuha piştevanîya mafên mirovan dike, û di avakirin û birêvebirina Navenda Behrênê ya Mafên Mirovan  û Navenda Elxelîcê de alîkar bû ku her du endamên Tora IFEXê ne.

Ji çaxa sekinandina wî di 13ê hizêrana 2006an de ew girtî yeû êşa zindana bi tenêjî di neh mehên goirtina wî yên pêşîn de kişandiye, ev yek binpêkirineke qanûnên Netewên Yekbûyî ye di warê zindankirina berî darizandinê. Her weha rastî danûstendineke kirêt hat û pirtûk, cil û tiştên wî yên taybet jê hatin stendin û êrîş li ser zindana wî dihate kirin.

Di sala 2017an de Receb bi du salên zindankirin hate sezakirinji ber “belavkirina nûçeyên sexte yên ku ziyanan digihînin dewletê” di nav hevpeyvînên televizyonê de ku di nav her du salên 2015an û 2016an de çêkiribûn û di wan de gotibû ku desthilatên Behrênê nahêlin peyamnêr û kesên ku di warê mafên mirovan de kar dikin, derbasî bajêr bibin. Di sala 2018an de bi 5 salên zindankirinê hate sezakirin ji ber “belavkirina nûçeyên sexte di dema cengê de” ew jî di nav nivîsên li ser Twetterê der barê îşkencekirina li zindanê û cenga li Yemenê.

Di civîna heyştê û yekêde 17-26ê nîsanê, koma karê pêwendîdar bi girtina ketober giha encama qedexekirina Receb ji azadîyê binpêkirineke madeya 2yem û ya 7em ji yên ragihandina cîhanî ya mafên mirovan û madeya 2 (1) û 26an ji hevpeymanîyê – ji ber cudakirina ku xwe dispêre nerîneke siyasî her weha ji ber ku berevanîyê di ber mafên mirovan de dike.

Ji lew re em ji desthilatên Behrênê dixwazin ku demlidest û bê şert û merc Nebîl Receb serbest bikeû hemû tometên ku bo wî hatine spartin werin hilanîn û vekirina lêpirsîna bêalî, serbixwe û çalak der barê îdîayên wî yên danûstendina xirab pê re. her weha divabe encamên vê raporê bo her kesî eşkere bin û hemû gumanbar werin dadgehkirin.

Her weha em ji desthilatên Behrênê dixwazin ku astengîyan li pêş berevankerên mafên mirovan li Behrênê dernexin û rêzgirtina li azadîya derbirînê û rojnamegerîyê garantî bike.

îmzeker:

Navenda Behrênê ya Mafên Mirovan

ActiveWatch – Media Monitoring Agency

Adil Soz – International Foundation for Protection of Freedom of Speech

Africa Freedom of Information Centre (AFIC)

Amerîkîyên bo Demokrasî û Mafên Mirovan li Behrênê

Tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan

Dezgeha Azadîya Hizirîn û Derbirînê

Association of Caribbean Media Workers

Bytes for All (B4A)

Navenda Qahîrayê ya Lêkolînên Mafên Mirovan

Cambodian Center for Human Rights (CCHR)

Electronic Frontier Foundation (EFF)

Foro de Periodismo Argentino

Freedom Forum

Free Media Movement

Globe International Center

Navenda Xelîcê Ya Mafên Mirovan

Human Rights Watch

Ragihandina: Navenda Erebî ya Azadîya Ragihandinê û Lêkolîn û Geşepêdanê

Dezgeha Meharat

Independent Journalism Center (IJC)

Index on Censorship

Initiative for Freedom of Expression – Turkey

International Press Centre (IPC)

Mediacentar Sarajevo 

Media, Entertainment and Arts Alliance

Media Institute of Southern Africa (MISA)

Media Rights Agenda (MRA)

Media Watch

Norwegian PEN

OpenMedia

Pacific Freedom Forum (PFF)

Pacific Islands News Association (PINA)

PEN America

Southeast Asian Press Alliance (SEAPA)

South East European Network for Professionalization of Media (SEENPM)

South East Europe Media Organisation 

Amnesty International

Bahrain Institute for Human Rights

Bahrain Interfaith

Campaign Against Arms Trade

CIVICUS

FIDH under the Observatory for the Protection of Human Rights Defenders

Frontline Defenders

Gulf Institute for Human Rights

ISHR

Martin Annals

MENA Monitoring Group

OMCT under the Observatory for the Protection of Human Rights Defenders

RAFTO

Salam for Democracy and Human Rights

World Association of Community Radio Broadcasters (AMARC)

World Association of Newspapers and News Publishers

Navenda Filestînî ya Geşepêdanê û Azadîya Ragihandinê – Meda

Rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor

Tebadul a Ragihandina Civakî

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê