Lihevkirinên nû di warê xebatên dadmendî û lêpirsînê de li Sûrîyayê

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê “Rayeyeke Lihevkirinê“ li gel Navenda Sûrîyayî ya “Mafên Mirovan û Lêpirsînê“ îmze kiriye her weha yeke din li gel “Tora Mafnasî ya Sûrîyayî“ û her du raye bo du salan di çalakîyê de ne ji destpêka rêbendana 2019an.

Armanca van rayeyan birêxistin û bipêşxistina hevkarîya di nav rêxistinên mafên mirovan ên Sûrîyayî de ye her weha çalakkirina xebatên hevbeş di bibelgekirina binpêkirina qanûna tawanên Sûrîyayî û qanûna navdewletî a mirovî û lihevkirinên navdewletî yên mafên mirovan de li gel bibelgekirina tawanên li dijî mirovahî û yên cengê ku ji şibata 2011an ve li Sûrîyayê hatine kirin û tawanên ku heta nuha berdewam in.

Armanca sazîyên îmzeker yekkirina xebatan e bo avakirina dosyayên dozan û bipêşxistina mîkanîzmên naskirina gumanbaran e her weha dixwaze agahî û lêkolîn hevbeş bin ji bo wergirtina zanabûnê û pêşkêşkirina pêşniyaran li gel biparvekirina peytên madî û dîcîtalî yên ku di avakirina dosyayên dozan de alîkar in.

Em dixwazin bi rêya van rayeyan gaveke din ber bi karê hevbeş ve biavêjin ku hişmendîya tekane li Sûrîyayê bilind dike û di çespandina serwerîya qanûnê û prensîpên mafênn mirovan û parastina wan de alîkar e li gel çalakkirina prensîpa dadmendîya veguhêz.