Bidawîanîna Qonaxa Duyem a Projeya “Rewangeha Gotara Tundî û Nefretkirinê” di Ragihandina Sûrîyayî de

Li gor ragihandina dijatîya nijadperestîyê û cûdakirina nijadî ya ku ji hêla  Rêxistina NYyê ya perwerde, zanist û çandê “UNISCO” (madeya 5,3) di gera 20an a 27ê mijdara 1978an de hate derxistina û lixwegirtin, her weha ji bo bicihanîna madeyên qanûnên navdewletî yên mafên mirovan, “Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” qonaxa duyem a projeya (Rewangeha Gotara Tundî û Nefretkirinê di Ragihandina Sûrîyayî de) ku bi hevkarîya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û çandê “UNISCO” bi cih tine û di îlona 2017an de dest pê kiribû, bi dawî kir.”Rewangeha Gotara Tundî û Nefretkirinê” dixwaze hevkarîyê li ser asteke berfireh li gel dezgehên ragihandinê yên Sûrîyayî û rêxistinên civaka sivîl di asta yekem de ava bike, bi armanca bilindkirina asta hişmendîyê di nav civaka Sûrîyayî bi giştî de û ya ragihêner bi taybet de, da ku sedemên bikaranîna vê gotarê, formên wê, encamên wê û şêwazên danûstendina bi dozen wisa re werin naskirin her weha alav û pîvanên sînorkirina bikaranînê werin danîn.

Qonaxa projeyê ya duyem pênc mehan dom kir (ji nîsan heta tebaxa 2018an) û çavdêrîya 24 dezgehên ragihandinê yên Sûrîyayî li xwe girt bi armanca pîvana asta bikaranîna gotara nefretkirinê û sorkirina ser tundîyê. Di qonaxa (çavdêrîyê) de, kar bo  çae beşan hate dabeşkirin: rêbaz, Pêvajoya çavdêrîyê, Workşopa –têgînên şerê gotara nefretkirin û tundîyê, Ferhenga têgînan. Destpêka kar bi rêbaz bû Ji ber pêşketina ku di ragihandina Sûrîyayî de, ji heft salan; ji sala 2011an ve heta nuha çêbûye,her weha pirbûyîna  dezgehên ragihandinê yên çapkirî, bihîstî û dîtbar belav bûn û li gel guhertinên di vî warî de ji ber guhertinên siyasî û leşkerî li Sûrîyayê, diviyabû awayekî lêkolînan ê taybet li gor rewşa Sûrîyayê û taybetên wê were çêkirin.

Pêvajoya çavdêrîyê 7 rojan ji hêla 24 çavdêran dom kir, ew di perwerdeyên taybet de yên mîkanîzmayên çavdêrîyê û avakirina hêzan re derbas bûne

Di dawîya qonaxê de, encamên giştî der barê ragihandina Sûrîyayî de derdikevin her weha encamên taybet der barê her dezgeheke ragihandinê, encamên giştî û taybet dê bi dezgehên ragihandinê yên pêwendîdar re werin gengeşekirin.

Qonaxa sêyem Workşopa –têgînên şerê gotara nefretkirin û tundîyê ye

(24) çavdêr ji (550) kesên ku navên xwe pêşkêş kiribûn, hatin bijartin û di qonaxa dawî a pêvajoya “çavdêr’ de, workşopeke taybet bi avakirina zanînê der bare têgînên girêdayî gotara nefretkirin û tundîyê û mîkanîzmên sînorkirina belavkirina wê hate çêkirin.

Workşopa ku du rojan dewam kir, nirxandina çavdêran bo zêdekirina nasîna wan bi têgehên “Gotara Tundî û Nefretkirinê” hatin cûdakirin, li gel vê yekê jî workşopê hin xalên di çarçoveya çavdêrîyê de mîna xwendina biwêjên ragihênerî yên bikarhatî û girêdana wan bi çarçoveya wê ya ragihênerî û sêmantîka wê ya civakî.

Qonaxa dawî ya Ferhenga têgînan eku , Ferhengek Têgînan taybet ji 134 gotinên belav ( di serdema girêdayî çavdêrîyê de) di ragihandina Sûrîyayî de hate çêkirin, her weha hin pênase jî hatin bipêşxistin ji bo destnîşankirina gotara tundî û nefretkirinê di dezgehên ragihandina Sûrîyayî de.