Bersiv bo Artêşa Neteweyî

Agehdarî: Artêşa Neteweyî

Rêveberiya Rêberîyê/ Nivîsengeha Yasayî

Em hatin agehdarîkirin derbarî rapora we bo raya giştî, ku li ser malpera we belavbû jêr sernivîsa “Dema ku Serrû dikevin û Rûyê din yê Bangdarên edaletê û mafên mirovan aşkere dibin”, ku xwendina we ji rapora ji aliyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan va ya di Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azada jêr sernavê “Girtiyan Jibîrnekin” di 21ê Heîran/ Pûşbera 2021 an da derketibû, ku derbarî girngtrîn bûyerên girêdayî bi girtiyên bê siza va li Sûriyayê di navbera 01 tîrmehê û 31 çilayê pêşîn/ berfanbara 2020an da hatibû weşandin.

Navenda wek çawa herdim pêşwazî dike li ser agehdarîbûna raya giştî li Sûriyayê û tevahiya sazî û rêxistin û komelgehên girêdayî dike, û şopndina wan ji weşanên Navendê ra, nimaza yên derbarî belgekirina binpêkirinên dijî mafên mirovan: û bilind dinirxênê tevahiya ew dûvdeçûn û rexneyên ku tên kirin û gevek arênî dibîne di pêşketina karê Navendê da, û Navenda spasiya xwe tekez dike bo tevahiya ew xebatên ku tên kirin ji aliyên saziyên Sûriyayê bi taybet ew xebatên ku ji aliyê ziyanpêketiyan va tên kirin di belegekirina wan binpêkirinan da, herwiha jî Navenda di xwazê xalên niha ronî bike:

  1. Navenda Belgekirina Binpêkirinan bi dewamî zaniyariyên derbarî binpêkirnan li Sûriyayê nûjen dike, û tevahiya zaniyariyan jêr kontrolkirinê derbas dike, lewra hejmara rast ya binpêkirinên ji aliyê komên girêdayî bi we ve 587 haletên girtinê ne, ku bilindtira ji hejmara bihûrî ku di raporê da hatibû bi 7 haletan di dema şopandina raporê da. Sedema vê yekê ku gilî û gazinda hatin piştî derketina raporê, û li vir hêjayê gotina ku tevahiya hejmarên navbirî girêdayî belgekirnên temamî ne li gor rêbazên navdewletî di Nav, û dem û cihê ziyanpêketî, û aliyê sûcdar. Û hêjayê gotinê ye ku Navenda timûtim dênê bibîranîn ku hejmarên navbirî kêmtirin ji rastî yê, ji ber ku tenê hejmarên ku karîbûn destê wan bighêjê ji ber astengiyan. Wek nimûne, malbatên ziyanpêketiyan agehdarî nakin ji ber metirsiyên li ser giritiyan.

  2. Navendên mafên mirovan yên mijûlî belgekirina binpêkirnan rûberûyê astengiyan dibin ji aliyê bi destxistina zaniyariyan û jîderên bawerpêkirî, lewra gava herî girin bo alîkarkirin di çavdêriya rewşa mafên mirovan li Sûriyayê, di sipandina alavên cîbecîkirna yasayê û girûpên çekdar û asayîşê bi rêzgirtin li serweriya yasayê, di rêya belavkirina raporên mehana derbarî haletinê girtinê ji aliyên wan û sedemên bûyerê, û belavkirina rêbazên girtinê û çawaniya derketina fermana girtinê, û tedbîrên din yên girtinê û dadgehkirinê.

  3. Navenda mijûlî ew haletên girtinê yên ji derveyî yasayê dike, yan girtinên siyasî, lewra navenda bang li nivîsengeha Yasayî ya Artêşa Neteweyî dike ku ewhaltin li xwe mukur dike çareser bike, û lêpirsînên li ser wan belav bike bo raya giştî.

  4. Derbarî ew binpêkirinên ku hatine belgekirin yên girêdayî eşkencekirinê, em daxwaz li we dikin hun girtîgehan aşkere bikin, û derfetê bidin saziyên mafên mirovan sardana wan bikin, û digel girtiyan da axivtin bikin, û rewşa wan bişopînin.

  5. Navenda tekez dike li ser pêşniyarên ku di rapora Girtiyan ji Bîrnekin dike, ku daxaz ji Encûman Ewlehiya Navdewletî dike ku sizayan li ser aliyên sûcdar di binpêkirina binpêkirinann da bispêne, ji bilî ku alî çi ne ya kî ne, ji ber peyîrew mafên mirovan nin û binpêkirnin, û her wiha daxwaz ji civata navdewletî dike ku gefê li aliyên şerê sûrî bike daku rêbigre li hember bazdan ji sizayê nimaza aliyên girêdayî bi hikûmeta Sûriyayê va, daku binpêkirin bên rawestandin.

  6. Navend daxwaz dike ji hemû aliyên çekdar dike li sûriyayê, çi bin, rêzgirtin li mafên mirovan, û daxaz dike tevahiya kesên bi yasa hatine girtin bên berdan bê merc, û lêpirsîn bê kirin li ser haltên girtina derveyî yasayê û aşkenceya ku hatiye kirin, û aşkerkirina encamên van lêpirsînan, û sizadana sûcdaran, û Navend amedebaşîya xwe nîşan dide di alîkarîkrina aliyên peywendîdar da, bo destnîşanîkirina binpêkirnên ku hatine kirin di deverên jêr kontrola wan da.

  7. Navenda tekez dike li ser rijdbûna wê di şopandina tevahiya aliyên sûcdar di binpêkirinên ku li dijê mafên mirovan hatine kirin li Sûriyayê bebê ku kîbin yan jî çi bin, di rêya bikaranîna Destûra Dadweriya navdewletî û Destûra Dadwerî ya ji Derveyî Herêmê, û di rêya alavên Taybet bi Neteweyên yekgirtî, wek pêngavek demkî ta gihiştin bi rêyek niştimanî li Sûriyayê, û di vê mijarê da tê bibîranin ku bi alîkariya ziyanpêketiyan û Saziyên Sûriyayê û yên navdewletî Navendê 13 dozên dadwerî pêşkêş kirin li dadgehên Almanya, Fransa, Siwîd, Nerwêc, Awstrya û Rûsiyayê, 12 ji wan dozan li dijî saziyên rejîma Sûriyayê, û yek li dijî Jeyşulislam.

View Fullscreen