Roja Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerîyê

Her sal di roja 3yê Gulanê de, em ahengekê ji bo prênsîpên sereke yên azadîya rojnamevanîyê li dar dixin, armac jê ew e ku em azadîya rojnamevanîyê li hemû alîyên cîhanê binerxînin, berevanîyê di ber rojnamegerîyê de bikin, dijatîya êrîşên ku gefê li serxwebûna rojnamevanîyê dixwe bikin û rojnamevanên ku jîyana xwe kirine qurbanî ji karê xwe re bibîr bînin.

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî; Roja Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerîyê di sala 1993yan de ragihand, ew jî li gor tewsiyeyekê ku di gera 26an a kongirê giştî yê UNISCOyê de sala 1991an de hatibû pêşniyarkirin. Ev tewsiye li ser daxwaza rojnamevanine Afrîkan hatibû danîn ku wan Ragihandina Windhoekê ya dîrokî ya ku behsa pirjimarîya dezgehên ragihandinê û serxwebûna wan dike, di sala 1991an de çêkiribûn.

Ev roj boneyeke bibîranîna binpêkirinên der mafê azadîya derbirînê de ye, her weha bibîranîna ku belgeyên çapkerî li dehên welatan li dora cîhanê rastî çavdêrî, qedexekirina dayimî û ya demkî tên, her weha ku rojnamevan, êdîter û ragihêner rastî astengî, acizî û girtin û kuştinê tên.

Ev roj boneyeke handanê û birêvebirina destpêşxerîyên alîkar bo azadîya rojnamegerîyê û nirxandina rewşa azadîya derbirînê li tevahîya cîhanê ye.

Roja sisêyê gulanê wefadarîya bi pabendîyên ji alîyê azadîya rojnamegerîyê tine bîra hikûmetan, her weha rojeke hizirînê ye der mijarên girêdayî azadîya rojnamegerîyê û exlaqên wê. Ji alîyekî din ve roja cîhanî ta azadîya rojnamegerîyê, rojeke piştgirîya dezgehên ragihandinê yên ku tên çewisandin û azadîya wan tê tunekirin. Her wha rojeke bibîranîna rojnamevanên ku xwe kirine qurbanî di ber naskirina agahîyan û belavkirina wan de.