Mala Rojnamevan

Armanca Mala Rojnamegerî pêşkêşkirina lêvegerekê û xaleke kar ya berdewam der barê parastin û geşkirina torên ragihandinê yên Sûrîyayî û kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin.

Mala Rojnamegerî gelek şêwazên piştevanîyê bo civaka ragihêner li Sûrîyayê pêşkêş dike û di encamê de naveroka ragihênerî bi pêş dikeve û prensîp û nirxên pîşe bo torên ragihandinê û parastina karmendan tên çesipandin.

di sala 2017an de, Mala Rojnamegerî bal kişand ser parastin û piştgirîya kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin her weha dezgehên ragihandinê. Ji bo bicihanîna vê armancê, me binpêkirinên der heqê ragihêneran, karmendên ragihandinê  û torên ragihandinê de bi belge kirin her weha me gihaştina bo şêwazên piştgirîyê hêsan kir: mîna peydakirina alîkarîya pizîşkî di rewşên awarte de û gihaştina bo deverên ewle di rewşên metirsîdar de.

program dê van çalakîyan berdewam bike her weha dê karê xwe berfireh bike ji bo peydakirina alîyekî lêkolînan der barê rewşa ragihandina Sûrîyayî de bi rêya lêkolîneke kûr û pratîk armanca wê bilindkirina asta hişmendîyê di ragihandina Sûrîyayî de û çalakkirina xebatên bipêşxistina ragihandina Sûrîyayî li gor pêdivîyan. her weha program dê giranîyê bide bipêşxistina karînên rojnamegeran û dezgehên ragihandinê Sûrîyayî di warê parastina dîcîtalî bi rêya çalakîyên ku wan ji van metirsîyan agahdar dikin her weha naskirina çawanîya xweparastinê.

em li gel hevkarên navdewletî û rêxistinên ragihêer û mafnas dixebitin ji bo peydakirina awayên parastinê yên navdewletî û bipêşxistina jîngeha kar.

 

Parastin û Piştgirîyê