Xelata Wênekêşîya fotografî pêşwazîyê li daxwaznameyan dike

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 10/11/2017

Wênekêş ji seranserî cîhanê dikarin di vê pêşbirkê de beşdar bin.

Xelata Louis Faltona pêşbirka cîhanî ya wênekêşîya fotografî damezrandiye û ji alîyê “Bijîşkên Cîhanê” vet ê birêxistin ew jî weke r1zdarîyekê ye bo Louis Faltona, Flowers Serriera, Manuel Madrazo, Mercedes Nafaro   û hemû karmendên hawarçûnê yên ku ji ber karê xwe di 1997an de li Rawendayê û di 1995an de li Bosnayê hatin kuştin.

Divabe wêne der barê karekî mirovî, hevkarîya navdewletî, dûrxistina civakî, binpêkirinên mafên mirovan, şerên çekdarî, karestên xwezayê, dozên koçberan an dozên din de be.

Her beşdarek dikare ta 10 wêneyên fotografî pêşkêş bike, ku ev wêne li paş hev rêzkirî bin an çîroka her yekê cûda be. Tu dikarî wêneyên xwe bi rengên reş û spî an rengereng pêşkêş bikî. Wêneyên ku ne di nav rêbendana 2016an û cotmeha 2017an de hatibin kişandin nayên pejirandin, her weha divabe wêne di pêşbirkên borî de jî nehatibe pêşkêşkirin.

Kesê serkefî bi xelata yekem dê 6,000EUR (7,185) US$. Armanc ji pêşkêşkirina van pereyan ew e bicihanîna projeyeke wênekêşîyê girêdayî mijarên çalakîyên “Bijîşkên Cîhanê” ye.

Dîroka dawî ya pêşwazîya daxwaznameyan: 10ê mijdara 2017an.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.