Xelata ElSultan Qabûs niha berdest e

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 27/7/2017

Nvîskar û hunermend dikarin beşdar bibin û xelatê werbigirin

Armanca xelata ElSultan Qabûs ya çand, huner û wêjeyê ew e rêzgirtina rewşenbîr, wêjevan û hunermendan e bo karê wan ê nûjenkirina hizirînê.

Sê beş di gera şeşemîn de hene, di beşê çandê de, xelat nivîsên di warê “xwendinên abûrî” de armanc dike, di warê hunerî de dîzayna avakirinê her weha di warê wêjeyê de, rexneya wêjeyî armanc dike.

Beşên xelatê:

Çand: kar û nivîsên çandî yên cûrbecûr di warê zanistên mirovî û civakî de bi giştî weke (ziman, dîrok, felsefe, werger … hwd).

Huner: berhemên hunerî bi hemû cureyên xwe yên naskirî li ser asteke cîhanî mîna: (muzîk, wênkêşî, şêwekarî …. Hwd).

Wêje: hemû cûreyên wêjeyê weke (helbest, roman, kurteçîrok, rexneya wêjeyî …hwd)

Nirxê Xelatê:

  1. Xelata ElSultan Qabûs xelateke rêzgirtina çand, huner û wêjeyê ye û kesê serkeftî dê nîşana ElSultan Qabûs ya çand, zaniest, huner û wêjeyê werbigire her weha xelateke madî bi nirxê 100,000 riyalên umanî.
  2. Xelata ElSultan Qabûs xelateke rêzgirtina çand, huner û wêjeyê ye û kesê serkeftî dê nîşana hêjabûna karê di çand, zaniest, huner û wêjeyê  de werbigire her weha xelateke madî bi nirxê 50,000 riyalên umanî.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 27ê tîrmeha 2017an.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.