Xelata behremendîya Erebî pêşwazîya daxwaznameyan dike

Dezgeha Hizirîna Erebî destpêka namzedîyê ji bo xelata behremendîya Erebî di gera xwe ya 11an de bo sala 2017an radigihîne, di van waran de: behremendîya civakî, behremendîya abûrî, behreya pirtûka herî giring, behremendîya ragihênerî, behremendîya wêjeyî û behremendîya hunerî.

Dezgeh vê xelatê di van waran de dide:

  1. behreya pirtûka herî giring (ji bo pirtûka Erebî ya ku di nav her du salên 2016an û 2017an de derketiye tê dank u nirxeke hizirî tê de heye û bi rola ronîkirin û geşkirinê radibe her weha nirxên pêşketinê û danûstendinê di nav çand û olan de diçesipîne û rastî hezkirina xwîneran û rêzdarîya rexnekaran tê).
  2. Behremendîya Aborî: (bo kar, pirtûk an dezgehên ku piştgirîya geşepêdana aborî dikin).
  3. Behremendîya Civakî: (taybet ji bo proje, destpêşxerî û kampanîyên cîbicîkirî ji bilî pirtûk û lêkolîn û teorîyên ku çareserîya mijarên civakî dikin).
  4. Behremendîya Ragihênerî: (karên rojnamevanî, malperên îlêktronî, projeyên ragihênerî yên bibelgekirinê û navgînên têkilîya civakî …hwd)
  5. Behremendîya wêjeyî: (bo roman, kurteçîrok, şano, rexne, helbest û hwd … ji bilî wêjeya zarokan û pirtûkên wergerandî).
  6. Behremendîya hunerî: Tenê ji bo projeyên hunerî yên nû û cîbicîkirî.

Kesê serkeftî di her beşekî de dê mertala xelatê û bawernameyeke rêzdarîyê werbigire li gel xelateke darayî (pêncî hezar dolarên Amerîkî) bo xelata behreya pirtûka herî giring û xelateke (bîst û pênc hezar dolarên Amerîkî bo warên behremendîyê yên din.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 30ê mijdarê.

Bo naskirina hûrgilîyan hun dikarin seredana rûpela xelatê bikin.