Tora rojnamevanên navdewletî we vexwendî beşdarîya di programa navenda rêberîya destpêşxerîyên ragihênerî dike.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 31/5/2017

Rojnamevan, ragihêner û xwedîyên proje û destpêşxerîyên ragihênerî li welatên Erebî dikarin beşdarî programên navenda rêberîyê di gera xwe ya çarem li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bibin.

Programa Navenda Rêberîyê ya Destpêşxerîyên Ragihênerî ya girêdyî Tora Rojnamevanên (Beşê Erebî) pêşwazîyê li daxwaznemeyên xwedîyên proje û destpêşxerîyên ragihenerî dike taybet bo kesên ku dixwazin destpêşxerîyên û kompanîyên xwe yên nû li ser asta rojnamevanî û teknîkî bi pêş bixin.

Rêberên Tora Rojnamevanan ya Navdewletî dê 16 kesan hilbijêrin da ku di qonaxa dawî de 8an ji wan bihêlin.

Her heist proje dê li gor jîrbûna xwe û karîna pêşketina xwe werin  bijartin her weha li gor bijartina planên berdewamîya projeyên xwe. Li gel ku divabe xwedîyên projeyan karibin pêdivîyên karê xwe dabîn bikin. Di qonaxeke peşter de, kesên beşdar ên ku karîbûn jêhatîbûna xwe diyar bikin, dê beşdarî perwerdeyekê bibin û derfet dê ji wan re peyda be ku ew rêberên xwe yên taybet û mêvan û rojnamevanan bibînin. Ji alîyekî din ve, kesên bijartî dê rêberên xwe bibînin da ku behsa karê xwe bikin û hin nimûneyên pêşketî di kar de bibînin.

Di dawîêya programê de, Tora Rojnamevanên Navdewletî dê xelatine darayî bo projeyên biserketî bide.

Dîroka Dawî ya Pêşkêşkirinê 31ê Gulana 2017an

Bo pêşkêşkirina daxwaznameyan, li vê derê bixe.