Ragihandina Derfeteke Kar: Programa Mala Rojnamegerî

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite.

Ji çaxa damezrandinê di 2004an de, SCM li ser berevanîya di ber kesên setemxwar de ji ber nerînên xwe kar dike her weha çanda mafên mirovan belav dike û piştgirîya avakirina dezgehên ragihandinê yên serbixwe û rexnegir dike ji bo gihaştina cîhaneke demokrat xwe dispêre dadmendî, azadî û wekhevîyê û rêzdarîyê li mafên mirovan digire.

SCM balê dikişîne ser bibelgekiriba binpêkirinên mafên mirovan û vekirina dozan bo qurbanîyan, piştgirîya civaka sivîl û ragihandin û ragihêneran bi rêya tîmeke xwe ku li Sûrîya û Ewropa û Parzemîna Amerîkî kar dike û ji Parîsa Fransayê ve tê birêvebirin.
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê pêdivîya xweş bi berpirsekî/ê programan radigihîne ku di bicihanîna armanc û çalakîyên Mala Rojnamegerî de li gor pêdivî û armancên navendê alîkar be.

Ji kerema xwe re li vê dosyayê binêrib da hun hûrgilîyên kar nas bikin û jîyannameya xwe bişînin vê emailê “[email protected]” li jêr serenavê “berpirsê/a programên mala rojnameger _nav”

dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan

5 roj piştî ragihandinê

dîroka ragihandinê

27 berfanbara 2018

cihê kar

Tirkî

Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê

Agahîyên Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire.

program/ beş

Programa Mala Rojnamegerî

Navê Kar

Berpirsê/a programan

hejmara xwestî

yek

dirêjahîya girêdanê

11 meh

berpirsyarîtî

  • alîkarîya di warê bipêşxistina planên demkurt û demdirêj bo programê û çalakîyên wê li gel beşdarîya do çêkirina projeyan û daxwazên peredayînê de her weha çavdêrîya pêşketina wan û nirxandina kar;
  • alîkarîya bicihanîna armanc û çalakîyên programê bi alîkarîya birêvebeerê proraman
  • çêkirina raporên hundirîn û derveyî yên girêdayî mala rojnamegerî û çalakîyên wê ;
  • piştgirîya nûkirina bingeha agahîyan ya ku cemawerên armanckirî li xwe digire li gel agahî û lîsteya emailan
  • wergera ji Îngilîzîyê û bo wê, devkî û nivîskî li gor pêdivîyan li gel parastina naverokê û şêwaz.;
  • Birêvebirin û/an lidarxistina civîn / çalakîyan bi awayekî berdewam li gel endaman û alîyên taybet ji bo piştgirî û bipêşxistina têkilîyên erênî;
  • danîna têkilîyan li gel hevkaran û peredaneran her weha dezgehên ragihandina navxweyî ji bo şirovekirina programê û çalakîyên wê;
  • parastina budceyê û şopandina xercîyan;
  • bibelgekirina name û agahîyan yên girêdayî kar bi awayekî rast;
  • karê weke xaleke têkilîyên navendê û parastina danûstendinên li gel alîyên navxweyî û endamên civaka sivîl û rêxistinan
  • Pabendîya  bi pîvanên pîşe yên ku behsa wan di system, protokol û qanûnên pêwendîdar de hatiye kirin.
  • Peydakirina jîngeheke ewle û pabendîya bi gavên ewlehî, rêgez û bendan.
  • parastina taybetmendîya qezencgiran di hemû rewşan de û bi rêya hemû belge û agahîyan.
  • peydakirina agahî û rêbertîyê bo endamên din û rahênan û serpereştîya li ser karmendên nû

.

Jêhatin

  • zanîna bi Erebî û Îngilîzîyê (xwendin û nivîsandin);
  • zanabûnek di hevrêzîya programan de an karekî pêwendîdar;
  • zanabûna di warê budce û raporan de;
  • zanabûna di prgramên Officeê de bi taybet (Word, Exel, Power Point);
  • karibe di nava tîmeke cihêreng de kar bike.
  • karibe bi hurgilîyan agahdar be;
  • zaîneke kûr di warê guhertin û alîyên li ser erdê di Sûrîyayê de li ser asta navxweyî û  niştîmanî li gel guhdaneke taybet bi seqaya kar ya dezgehên ragihandinê yên navxweyî û mafên mirovan.
Çawanîya pêşkêşkirinê

  • Divabe agahîyên têkilîyê tev (telefon – Skype), karên berê li gel destnîşankirina navên alîyên ku bi wan re kar kiribû û dîplomayên akadîmî, di CVyê de hebin.
  • Navê sê kesên ku em li wan vegerin binivîse.
  • Divabe CV bi forma PDF be û navê dosyayê bi navê kesê ku navê xwe pêşkêş kiribe
  • Daxwaznameya xwe bişîne [email protected]  û ji kerema xwe re di navnîşana emailê de navê kar (Berpirsê/a Programên Mala Rojnamegerî) binivîse.
  • Daxwaznameyên piştî dema destnîşankirî tên şandin, tên paşguhkirin.