Pêşbirkek di rojnamegerîya pijîşkî ya zanistî, pêşwazîya daxwaznameyan dike

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 16/7/2017

Rojnamevanên ku ji nû dest bi karê xwe kirine, dikarin çîrokên der barê tedirustîya cîhanî  de pêşkêş bikin da ku beşdar vê pêşbirkê bibin.

Lûtka Tendirustîya Cîhanî (WHS) bi hevkarîya deutsche arzteblatt û komeleyên Yekîtîya Ewropayê yên rojnamevanên zanistî û navenda politzerê EUSJA, li nivîsarên girêdayî tendirustîya cîhanî bo wergirtina xelata nifşê bê yên rojnamegerên zanistî, digerin.

Her pênc rojnamevanên herî jîr dê ji bo beşdarîya di (WHS 2017) li Berlinê ji 11 ta 14ê cotmehê werin vexwendin da ku derfeta naskirina agahîyan û naskirina kesên beşdar ji seranserî cîhanê bi dest wan bikeve. Di vê lûtkeyê de hin kesên pilebilind û akadîmîsyan û siyaset medar hene, her weha hin kes ji civaka sivîl jî hene. Kesên beşdar dêji bo nirxê çûn û hatina xwe 500EUR (545US$) bistînin.

Çîrokên ku piştî 1ê rêbendana 2016an hatine belavkirin, têne pejirandin, çapkirî bin, îlêktronî bin, vegotî bin an dîtbar bin. Çîrokên ku ne bi zimanê îngilîzî bin, divabe wergera wan jî bi wan re be.

Namzedên vê pêşbirkê, rojnamevanên nû ne ku gavên xwe yên pêşîn weke rojnamevanên zanistî diavêjin û divabe hêçana wan ji berî ne zêdeyî pênc salan dest pê kiribe.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 16ê tîrmeha 2017an.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.