Pêşbirka peyamnêrên cengê dest bi pêşwazîya daxwaznameyan dike

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 6/6/2017

Peyamnêrên ku cengan dişopînin dikarin beşdarî vê pêşbirkê bibin.

Xelata Bayeux-Calvados ya peyamnêrên cengan a ku ji alîyê Encumena Calvadosê û Bajarê Bayeuxê li Ferensayê tê piştgirîkirin, berê xwe dide rêzgirtina şopandinên girêdayî cengan an buyerên girêdayê liberxwedana bo azadî û demokrasîyê.

Kesê serkeftî ji her beşekî dê ji 3,000EUR (3,186US$) ta 7,000EUR (7,435US$) werbigire.

Beşên pêşbirkê: peyamnêrên ciwan, karên rojnamegerîya vidioyan ên dirêj û kurt, rojnamegerîya nivîskî an yak u li ser tora înternêtê peyda ye, her weha wênekêşî.

Divabe karên pêşkêşkirî di nav 1ê hizêrana 2016an û 31ê Gulana 2017an de hatibe weşandin.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 6/6/2017

Bo naskirina hin agahîyên din bi zimanê îngilîzî, li vê derê bixe.