Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê destpêka namzedîyê bo karê { rêvebirê projeyê } Radigihîne

Dîroka Dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan: 25/4/2017

Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê destpêka namzedîyê bo karê {Berpirsê Teknîka Agahîyan IT û Ewlehîya Dîcîtalî} Radigihîne.

Şirovekirina Kar

Navê Kar: rêvabirê projeyê

Lêvegera îdarî: Rêvebirê Cîbicîkarîyê

Cihê kar: Gazî întap, Tirkîye

Saetên Kar: Karekî Têkûz

Sembola kar: PM-IT Officer

Em Kî ne?

Navenda Sûryayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, dezgeheke Sûryayî ya serbixwe û sîvîl e, bo piştgirî û parastina ragihêneran û piştgirîya demokrasîyê û mafên welatî û girûpan ên sereke û dadmendîya veguhêz, kar dike. Em ji bo Sûryayeke pêşerojê ku li ser serwerîya qanûnê û azadîya bîr, bawerî û derbirînê û mafên mirovan ava bûye, kar dikin.

Cihê kar

“Mala Rojamevan” projeyeke Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê sereke ye.
mala Rojnamevan armanc dike ku bibe devereke sereke bo parastin û geşepêdankirina dezgehên ragihandinê yên Sûryeyî û karmendên wan.

Di sala 2017an de, em balê dikşînin ser parastin û ewlehîya kesên ku di warê ragihandinê û dezgehên ragihandinê de kar dikin, her weha em ê li ser hêsankirina gihandina hemû alavên piştgirîyê; mîna peydakirina alîkarîya pijîşkî di rewşên awarte de, yan jî alîkarîya gihaştina deverên ewle dema ku jîyana kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin di bin metirsîyê de be ji ber karê wan, kar bikin.

Em pilan dikin ku di salên bê de, piştgirî û pêşxistinê ji civaka ragihandinê ya Sûryeyî re pêşkêş bikin her weha em bingeh û nirxên pêşekarîyê bi dezgehên ragihandinê bidin çesipandin.

Em li gel hevkarên navdewletî; rêxistinên hiqûqî kar dikin da ku em pîvanên parastina rojnamevanan yên navdewletî bêhtir bikin.

Berpirsiyarî:

Birêvebirina Projeyan

  • Hevrêzîya li gel Rêvebirê Cîbicîkarîyê û Rêvebirê Programan di Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê de.
  • Têkilîya berdewam li gel rêxistinê hevkar ên berpirsiyar.
  • Şopandina rewşa rojnamevanan û kesên ku di ragihandinê de kar dikin , her weha şopandina rewşa Sûryeyê.
  • Têkilîya berdewam li gel serkarê malperê û pêşxistina awayên têkilîyê li gel malpera îlêktronî.
  • Amadekirina daxuyanîyan.
  • Erêkirina li ser daxwazên ku ji alîyê berpirsê parasinê ve tên pêşkêşkirin.
  • Têkildarîya li gel rêxistinê Sûryeyî yên berpirsiyar.
  • Têkilîya li gel ragihandinê (eger pêwîst bike)
  • Serperştîya mijarên diravî yên girêdayî projeyê.
  • Şopandina cîbicîkirina projeyan li gor demên destnîşankirî û amadekirina raporên pêwîst.

Birêvebirina karmendan

  • Birêvebirina girûpa projeyê ya ku ji 12 kesan pêk tê ku li Sûryeyê, Tirkîyeyê û Franceyê dimînin.

Jêhatinên pêwîst:

  • Bawernameyeke Zankoyî
  • Tecrubeya ji 3 ta 5 salan di karê hevrêzkirin û birêvebirina projeyan.
  • Tecrubeyeke kar li gel rêxistinên ku pereyên xwe ji alîyên navdewletî werdigirin.
  • Teqezîya karîna nivîsandina raporan bi zimanê îngilîzî.
  • Jêhatinek di computerê de û di programên Word, Excel û Power Point de.
  • Karîna li ser karê xwedî serkarîyeke sînordar, nermbûn û amadebûna ji kar re li nav jîngehên çandî yên cûrbecûr.
  • Jêhatîbûna çêkirina pêwendîyan: karîna avakirina têkilîyê li gel hevkaran.
  • Zanîna her du zimanên Îngilîzî û Erebî (sereke)
  • Karîna kirina kar di bin zextê de.
  • Valabûna ji kar re.

Pesnên girêdana kar:

  • Dirêjahîya dema girêdanê: Salek, dibe ku were dirêjkirin.
  • Dema destpêka kar: tavilê

Awayên pêşkêşkirina daxwaznameyêÊ

Ji kerema xwe re, kopîyekê ji jîyannameya xwe (herî zêde du rûpelan) li gel nameyeke ku bersiva van pirsan dide:

  • Tu çima dixwazî vî karî bike?
  • Tu çawa zanî k utu dikarî li gor vî karî be?
  • Nav, numareyên telephone û emailên kdu kesên ku dikarin tewsiyeyekê bot e peyda bikin.
  • Rêdana rûniştin û kar li Tirkîyeyê.

Bişîne vê emailê: [email protected] li gel nivîsandina sembola kar di cihê mijarê de.

Dîroka Dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan: 21/4/2017

Divabe rêdana kar li Tirkîyeyê li gel kesê ku dixwaze vî karî bike, peyda be.

Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dê têkilîyê tenê bi kesên ku mercên pêşkêşkirina ji kar re bi cih tînin, deyne.

Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê hewl dide ku li ser prinsîpa wekehevîya derfetan, wekhevîya di nav namzedên kar de bêyî cûdakirinê, ava bibe. Em dixwazin rengînîya karmendan di dezgehê de peyda bikin bêyî ku zayend, nijad, bawerîyên olî an netewî û temen berçav bigirin.