Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê destpêka namzedîyê bo karê (Berpirsê Teknîka Agahîyan IT û Ewlehîya Dîcîtalî) Radigihîne

Dîroka Dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan: 25/4/2017

Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê destpêka namzedîyê bo karê {Berpirsê Teknîka Agahîyan IT û Ewlehîya Dîcîtalî} Radigihîne.

Şirovekirina Kar

Navê Kar: Berpirsê Teknîka Agahîyan IT û Ewlehîya Dîcîtalî

Lêvegera îdarî: Rêvebirê Cîbicîkarîyê

Cihê kar: Gazî întap, Tirkîye

Saetên Kar: Karekî Têkûz

Sembola kar: PM-IT Officer

Em Kî ne?

Navenda Sûryayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, dezgeheke Sûryayî ya serbixwe û sîvîl e, bo piştgirî û parastina ragihêneran û piştgirîya demokrasîyê û mafên welatî û girûpan ên sereke û dadmendîya veguhêz, kar dike. Em ji bo Sûryayeke pêşerojê ku li ser serwerîya qanûnê û azadîya bîr, bawerî û derbirînê û mafên mirovan ava bûye, kar dikin.

Berpirsiyarî:

Rêvebirîya Teknîka Agahîyan

  • Rêvebirîya sîstemên teknîka agahîyan û computeran
  • Plansazîyakirina pêvajoyên teknîkî û yên girêdayî beyanên îlêktronî û birêxstin, çavdêrî û nirxandina wan.
  • Dîzaynkirina system, siyaset û karên girêdayî teknîka agahîyan û pêşxistin, cîbicîkirin û hevrêzkirina wan.
  • Teqezîya ji ewlehîya beyanan, gihaştina tore û sîstemên kopîya yedek.
  • Şopandina pêdivîyên teknîkî û mijarên diravî.
  • Rêvebirîya teknîkî ya programên navendê
  • Rêvebirîya malperê ya teknîkî.

Rêvebirîya Ewlehîya Dîcîtalî

  • Dîzaynkirina sîstem, siyaset û karên ewlehîya dîcîtalî yên hundirîn û pêşxistin, cîbicîkirin, hevrêzkirin û nirxandina wan.
  • Teqezîya ji ewlehîya dîcîtalî ya pêwendîyan û peydakirina veguhestineke guncaw bo agahîyan
  • Peydakirina şîret û perwerdeyên girêdayî ewlehîya dîcîtalî bo çalakvan û ragihêneran.

Jêhatinên Zanistî û tecrubeyên kirdarî yên pêwîst:

  • Bawernameyeke Zankoyî
  • tecrubeya ji 3 ta 5 salan di warê rêvebirîya teknîka agahîyan di rêxistin an kompanîyekê de.
  • Zanebûneke bilind di warê rêvebirîya teknîkî, dahûrandina agahîya, sîstemên alavan, programan û ewlehîya dîcîtalî de.
  • Zanebûneke bilind di warê rêvebirîya agahîyan de.
  • Tecrubeyek di rêvebirîya toran de.

Jêhatinên pêwîst:

  • Karîna li ser karê xwedî serkarîyeke sînordar, nermbûn û amadebûna ji kar re li nav jîngehên çandî yên cûrbecûr.
  • Jêhatîbûna çêkirina pêwendîyan: karîna avakirina têkilîyê li gel hevkaran.
  • Zanîna her du zimanên Îngilîzî û Erebî (sereke)
  • Karîna kirina kar di bin zextê de.
  • Valabûna ji kar re.

Pesnên girêdana kar:

  • Dirêjahîya dema girêdanê: Salek, dibe ku were dirêjkirin.
  • Dema destpêka kar: tavilê

Awayên pêşkêşkirina daxwaznameyêÊ

Ji kerema xwe re, kopîyekê ji jîyannameya xwe (herî zêde du rûpelan) li gel nameyeke ku bersiva van pirsan dide:

  • Tu çima dixwazî vî karî bike?
  • Tu çawa zanî k utu dikarî li gor vî karî be?
  • Nav, numareyên telephone û emailên kdu kesên ku dikarin tewsiyeyekê bot e peyda bikin.
  • Rêdana rûniştin û kar li Tirkîyeyê.

Bişîne vê emailê: [email protected] li gel nivîsandina sembola kar di cihê mijarê de.

Dîroka Dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan: 21/4/2017

Divabe rêdana kar li Tirkîyeyê li gel kesê ku dixwaze vî karî bike, peyda be.

Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dê têkilîyê tenê bi kesên ku mercên pêşkêşkirina ji kar re bi cih tînin, deyne.

Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê hewl dide ku li ser prinsîpa wekehevîya derfetan, wekhevîya di nav namzedên kar de bêyî cûdakirinê, ava bibe. Em dixwazin rengînîya karmendan di dezgehê de peyda bikin bêyî ku zayend, nijad, bawerîyên olî an netewî û temen berçav bigirin.