Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê Pêşwazîya Daxwaznameyan bo Karê »Rêveberê Darayî« dike

Birêvebirina karûbarên darayî bingeha hemû biryarên sereke û xwedî bandor di tebatî û berdewamîya karê rêxistinê de ye, rola birêveberê darayî rola herî giring e bo serkeftina hemû cûreyên rêxistinan. Birêveberê darayî berpirsê peydakirina piştgirîyê bo beş, program û hevkaran e da ku karibin biryarine darayî rast bistînin.

Weke birêveberekî darayî, pêdivîya ted ê bi zanebûneke baş di hejmaran de hebe li gel fêmkirina sîstemê û tedbîrên darayî. Pilankirina zelal a budceyê  pêwîst e bo dema nêzîk û ya dûr jî. Her weha divabe kiryarên darayî rewa bin û li gor lîsteyên birêxistinê bin.

Birêveberê karûbarên darayî dê hevkareke stratîcî be di hizirînê de her weha dê rapora xwe pêşkêşî birêveberê cîbicîkar bike, ew dê li ser bipêşxistin û serkêşîya tîmekê hundirîn di van waran de kar bike: peredayîn, pilankirina kar û budceyê, jêderên mirovî, birêveberî û teknolocîyaya agahîyan.

Cihê kar: Berlîn an Parîs

Dirêjahîya Girêdanê: saleke, dibe ku were nûkirin

Dema destpêkê: nuha

Berpirsyarîtî:

  1. bipêşxistina stratîcîya darayî bi alîkarîya encumena birêveberîya navendê.
  2. bipêşxistina stratîcîyeke yedek a navendê.
  3. Berpirsê siyaseta darayî û birêvebirina tîma navendê ya darayî a girêdayî projeyên cûbecûr û yên ku li dewletên cûrbecûr belav in.
  4. Berpirsê teqezkirina bidawîbûna her projeyekî her weha raporekê hildide ofîsa birêveberîya navendê li gel nirxandin, têbînî û pêşniyarên xwe.
  5. Hevrêzkirin û serkêşîya karê hûrbînkirinê yê salane li gel hevrêzîya li gel encumena birêveber.
  6. Berpirsê çêkirina stratîcîya siyaseta dijatîya sextekarîyê. Ew jî bi alîkarîya encumena birêveber ya navendê.
  7. Pêşkêşkirina raporên nirxandina metirsîyan ên taybet.
  8. Hevrêzkirina li gel birêveberên beşan.
  9. Bipêşxistina siyaseta pêvajoyên alîkarîya darayî an hevkarîyan.
  10. Çêkirin û pêkanîna sîstemên darayî.
  11. Analîzekirina guhertinan û pêşkêşkirina şêwirê li gor wan.
  12. Çêkirina planên kar ên stratîcî û demdirêj.
  13. Bipêşxistina awayên birêveberîya darayî yên ku metirsîyên darayî kêm dikin.
  14. Nirxandina derfetên nizimkirina nirxan.
  15. Birêvebirina sîstemên muhasebeya darayî û sîstemên çavdêrî û agahdarkirinê yên navendê.
  16. Bipêşxistina têkilîyên derve bi pêwendîyên guncan, mînak: parêzer, rêxistinên qanûnî.
  17. Analîzekirin û pêşkêşkirina raporên darayî bi awayekî hûrbîn û di dema guncan de li gel zelalkirina agahîyên darayî yên mehane û salane. Berhevkirina madeyên çêkirina raporên darayî yên hemû alîyên daner û serpereştîya hemû karên darayî, proje/program, dam û birêbeberîya budceyan.
  18. Agahdarkirina encumena birêveber bi rewşa rêxistinê ya darayî.
  19. Têkilîya çalak û pêşkêşkirina mijarên darayî yên zehmet bo birêveberîyê.
  20. Bicihanîna sîstemeke bihêz bo birêvebirina girêdan û birêveberîya darayî û teqezîya pabendîya bi demê her weha agahîyên darayî û pereyên ku tên li gor pêdivîyên kar in.
  21. Nûkirin û bicihanîna hemû siyasetên bazirganî yên pêwîst û çêkirina pirtûkeke piçûk a taybet bi siyaseta navendê ya darayî.
  22. Karê nêzîk û çalak li gel hemû hevkaran.

Merc:

  • Karîna çêkirina têkilîyên kar ên nû li gel tîma projeyê û hevkaran ji hemû ast û deveran.
  • Deplomasîya di danûstendina li gel hemû hevkaran.
  • Karê di bin zextê de.
  • Valabûna têkûz ji kar re.
  • Berpirsyarîtî di kar de.
  • Zanebûna bi hemû pabendîyên kar weke çêkirina raporan, girêdan û bicihanîna projeyan.
  • Dîplomayeke muhasebeyê.
  • Zanebûna di karê li ser programên girêdayî kar û zanebûneke baş di programê Quickbooksê de.
  • Zanebûna di karê li ser programên Officeê.
  • Jêhatineke ne kêmî pênc salan û ew ê çêtir be eger bi rêxistinên nehikûmî re be.
  • Divabe kesên ku navên xwe pêşkêş dikin bi her du zimanên Erebî û Îngilîzî bixwînin û binivîsin û yên ku zimanine din zanin derfeta wan a kar mezintir e.
  • Nermbûna di kar de bi taybet li deverên bicihanîna projeyan.
  • Erênî û hewldana dîtina çareyên elternetîv eger pêwîst bike, her weha erênîya di piştgirîya kesên li derdorê bi taybet tîma kar.
  • Pabendîya bi razan ku ji bo saxlemîya hemû karmendan di çêkirina projeyan û bicihanîna wan de giring e.
  • Daxwaza fêrbûnê û bipêşxistina alavan.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan: 1ê îlûna 2017an

Bo kesên miqate: ji kerema xwe re, jîyannameya xwe bişînin vê adrêsê: info[at]scm.bz