Lezgîn: rêvebirê peojeya Sûryeyê ـ Programê herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (Berlîn) [Jin an mêr]

Dezgeha Bergofê namzedîya bo karê rêvebirê projeyê radigihîne.

Dîroka pêşkêşkirinê ya dawî 26ê nîsana 2017an

Erkên Sereke:

  • Alîkarîya rêvebirê projreyê di ware pilankirin, bicihkirin û birêvebirina projeyeke danûstendinê li gel alîyên sereke yên roldar li Sûryeyê, li gel karê çavdêrîya diravî û piştgirîya locistîk.
  • Danîna têkilîyan li gel hevkar,  zanayên ji derve,  rêxistinên Sûryeyê, partîyên siyasî yên Sûryeyî (yên navxweyî) û şopandin rêxistinên navdewletî.
  • Çavdêrîya rewşa siyasî li Sûryeyê.
  • Karê di warê ragihandina devkî bi alîkarîya şêwirmend û alîkarê/ên projeyê.
  • Rêberîya alîkarên projeyê.
  • Peydakirina pêdivî û pişgirîyê ji bo şopandina statîcîk ya projeyê.

Jêhatinên xwestî:

  • Dîplomaya masterê an tiştekî weke wê di ware Zanistên Siyasî, Xwendinên Aştîyê, ewlehîyê an warekî pêwendîdar, li gel tecrubeya (5 salan herî kêm) di wî warî de her weha naskirineke baş û teqezkirî di karê li herêmên Erebî de û çêtir be eger li Sûryeyê be.
  • Jêhatîbûnek di ware pêwendîya devkî û nivîskî de bi zimanê Erebî û Îngilîzî de her weha Almanî jî ji bo karîna rêwîbûnê.

Jêhatinine din

  • karîna li ser karê li gel siyasetmedaran (her weha serkirdayetî) û şêwirmandên leşkerî û ewlekarî, her weha li gel alîyên civaka sivîl.
  • Alîkarîya hevkaran û grûpên armanckirî.
  • Karê di bin zextê de û guhertinên di nav demeke kurt de.
  • Cihê kar li Berlîna Almanyayê ye, sateen kar jî 40 saet di heftîyê de ne bo 18 mehan (dibe ku were dirêjikirin) û destpêka kar di dema herî nêz de ye. Rêwîbûn di kar de pir e.

Awayê pêşkêşkirinê

Jîyannameya xwe li gel belgeyeke jêhatinan her weha bawernameyên te û agahîyên têkilîyê ta berî 26ê nîsana 2017an bişîne vê lînkê: li vir bixe/ beşê karan.