Festîvala Fîlman ya Cîhanî bo jînan pêşwazîya daxwaznameyan dike

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 1/7/2017

Jinên li dora cîhanê yên  ku fîlman çêdikin dikarin belgefîlm, kurtefîlm û kartonan pêşkêşî vê festival bikin.

Festîvala Fîlman ya cîhanî bo jinan ku wezareta çandê ya Ermenî piştgirîya wê dike dê ji 14 ta 18ê mijdarê de li Yerîvana Erministanê li dar bikeve.

Festival pêşwazîyê li fîlmên girêdayî mafên jin û pirsgirêkên ku ji ber zayenda wê rastî wê tên, dike.

Du beşên xelatan hene: xelata fîlmê herî baş û xelateke taybet.

Divabe film piştî 1ê rêbendana 2015an hatibe çêkirin her weha wergera wî ya îngilîzî li gel hebe.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 1ê tîrmeha 2017an

Bo naskirina hin hûrgilîyên din, li vê derê bixe.