Erîc 10 derfêtên afirandina peygerînên rapirsyarî pêşkêş dike

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 31/5/2017

Rojnamevanên Ereb ên ku li vî beşî ji peygerînan miqate ne, dikarin daxwaznameyên xwe pêşkêş bikin.

Tora Ragihênerên ji bo ragihandineke Rapirsyarî ya Erebî (Erîc) ragihand ku ew 10 derfetên afirandina peygerînên rapirsyarî di vê sale de pêşkêş dike ku ev peygerîn behsa dozine giring bo raya giştî bikin da ku di encamê de hukmê dirust belv bibe.

Merca Erîc bo bidestxistina vê danê ew e pêşkêşkirina hizireke peygerîneke rapirsyarî civakî an abûrî an li ser jîngehê be an jî girêdayî mafên mirovan. Dibe ku sînor ji peygerînê re û hevkarî li gel rojnamevanekî din li dewleteke Ereb an biyan hebe. Divabe hizira vê pegerînê berî nuha nehatibe weşandin û pêkanîna wê di 3  mehan de piştî îmzekirina girêdanê, pêkan be.

Erîc piştgirîya darayî û serpereştîya afirandina peygerînan ji yên bijartî re peyda dike. Her weha ew ê têkilîyê li gel namzedan deyne da ku bi wan re behsa hiziran bikin û bi pêş bixin.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 31/5/2017

Bo pêşkêşkirina daxwaznameyê, li vê derê bixe

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe