Xeniqandina Civaka Sivîl li Misirê: tundîya zayendî ku ji alîyê hêzên ewlehîyê tê pêkanîn, di dema ElSîsî de zêde dibe.

li gor raporekê ku Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan îroj belav kir, hate teqezkirin ku ji çaxa ku artêş hatiye ser desthilatê, ji tîrmeha 2013an ve, tundîya zayendî yak u ji alîyê hêzên ewlehîyê li Misirê tê pêk anîn, zêde bûye. Li gor raporê; ev tundîya zayendî hemû kesên ku bi awayekî ketober ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve tên girtin, armanc dike, bê ku sedema girtina wan ber çavan were girtin. Ji alîyekî din ve, ji bilî dijiminên rêjîma ElSîsî jî, gelek kesên ku di warê civaka sivîl de kar dikin bûne qurbanî, her weha xwendekar, jin û çi kesên ku tê îdaakirin ku ziyanên wan li exlaqên giştî hene.

Kerîm Lahîcî, serokê Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan got: “asta tundîya zayendî yak u di dema girtinê de û li cihê girtinê çêdibe, zêde bûye, awayên ku tawankar bi wan ji sizayê direvin, didin xuyakirin ku stratîcîyeke siyasî heye, armanca wê ew e xeniqandina civala sivîl û tunekirina dengê opozisyonê”.

Li gor hevpeyvînên ku li gel qurbanî, parêzer û endamine civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan hatine çêkirin, tê diyarkirin ku  destê polîsan û endamine ewlehîya niştîmanî û artêşê di kiryarên girêdayî tundîya laşî de heye, ji nav wan kiryaran jî; destdirêjîya zayendî, destdirêjîya bi alavan û navdûxistina zayendî.

“di êrîşekê de ku ji alîyê serokê peygerînên Îskenderîyeyê hate birêvebirin, wan êrîşî me kir û em neçar kirin em nişîv bikin û destên xwe deynen paş xwe. Wan jin birin alîyekî û berê me bi dîwêr ve kirin, wan em tev aciz kirin û îhanet kirin. Min hewl da ku ez destên leşkerekî ewlehîya navendî ji nav bincilên xwe derxim lê wan bi çekên xwe li min dan û min nema karîbû li ber xwe bidim” K. çalakvaneke Rêxistineke Misirî ya Mafên Mirovan e.

Ev tundî li ser asteke berfireh ji alîyê hêzên ewlehîya girêdayî dewletê tê pêkanîn, ev yek jî weke tinazîyê ye bo pabendîyên hikûmetê yên der barê dijatîya tundîya zayendî di civaka Misirî de tê hesibandin. Gelek îcrayên girêdayî dijatîya tundîya zayendî hatin stendin, lê van îcrayan nikarîbûn vî tiştî rawestînin.

Ji rapora Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan diyar dibe ku ev tundî li ser asteke berfireh pejirandî ye, çi ku tawankar, çi dewlet be çi sivîl be, li ser van kiryaran nayên dadgehkirin. Ji tîrmeha 2014an ve çaxa dadgehkirina 7 zilamên ku bi tometa beşdarîya di êrîşeke zayendî de li (Meydan Eltehrîr) di şahîyên serokatîya ElSîsî de Hizêrana 2014an ve,  hatibûn girtin, tu dadgehên nû ji bo tundîya zayendî çênebûne. Ji alîyê hêzên ewlehîyê jî, tev li pirbûna gilî û gazinan lê tu kesî girêdayî hêzên ewlehîyê ji bo tawanên tundîya zayendî nehatiye dadgehkirin.

Rola hêzên ewlehîyê di destdirêjî û êrîşên zayendî de heye, ev yek jî dibe sedema negilîkirinê ji alîyê qurbanîyan. Rewşa giştî ya reva ji sizayê dibe sedema zêdebûna asta tundîyê ya ku ji alîyê zilamên dewletê û sivîlan tê pêkanîn.

Emîndara Giştî ya Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan; Emîne Bûiyaş got: “ji hikûmeta Misirê tê xwestin ku ew di cih de sînorekî ji van tawanan re deyne, ev ên ku ji alîyê kesên girêdayî wê tên kirin. Gerek e lêpirsînên cidî werin destpêkirin û doz li berpirsyaran were vekirin li gor pîvanên navdewletî.”

Gava ku Rêjîma ElSîsî van tawanan di ser guhê xwe re diavêje, dijatîya tundîya zayendî jî paşguh dike. Ji payîza 2013an ve, hikûmetê kampanîyek li dijî kesên Homosexual meşand. Hêzên ewlehîyê êrîşî malan kir û li ser agahîyên ku bi rêya înternêtê ber hev kiribû, kesên Homosexual girtin û ew bi ” felîteyîtîyê” tometbar kirin, her weha tundîya zayendî ya ku li ser wan kesan dihate pêkanîn, di bin nave parastina edeb. Exlaq û olê de bû.

Ev rapor li ser agahîyên ku di raporkê de ku di nîsana 2014an de der barê tundîya zayendî ya li dijî jinê de hatine belgekirin, hatiye avakirin, di vê raporê de, Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan û hin rêxistinên civaka sivîl ên Misirî li ser têkçûna dewletê di çêkirina lêpirsînan de û dozlêvekirinê teqez kirye. Her weha doza pêkanîna deh tedbîrên lezgîn bo bidawîkirina tundîya dijî jinê hatiye kirin.

Bo daxistina rapora “derxistina derewên Dewletê: Tundîya Zayendî ya ku ji alîyê hêzên ewlehîyê li Misirê tê pêkanîn” li vê derê bixe.

Jêder: Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan