Bijartina mafnas Cemal Îd weke berevankerkî Mafên Mirovan û Azadîya Derbirînê bo meha April/Nîsana 2017an

Qahîre – Beyrût: di 10ê Nîsana 2017an de, Tora Erebî ya Agahîyên Mafêm Mirovan, Dezgeha Meharatê û Navenda Kendavê ya Mafên Mirovan bi hevkarîya Tora IFEXê, bijartina parêzerê mafên mirovan yê navdar Cemal Îd ji Misirê weke berevankerê mafên mirovan û azadîya derbirînê bo meha April/Nîsanê sala 2017an ragihandin, ev yek jî beşek e ji kampanîya (piştgirîya berevankerên mafên mirovan û azadîya derbirînê).

Cemal Îd  ji giringtirîn berevankerên mafên mirovan û azadîya derbirînê li Misirê û Cîhana Erebî ye, berevanî di ber gelek rojnamevan, xwedî nerîn û girtîyên siyasî de kiriye, her weha xwedî gelek helwest niştîmanî ye ku bi sedema wan rastî girtinê û çewisandina siyasî hatiye.

Cemal cihê xwe di tevgera mafên mirovan de bi rêya karê piştgirîya azadîya derbirînê û belavkirina çanda mafên mirovan, çêkiriye. Her weha bi rêya merxasîya berevanîyê di ber girtîyan de û bikaranîna derbirîna dîcîtal ji bo berevanîya di ber mafên mirovan de û peydakirina devereke nû pêşberî rojnamevan û nivîskaran bo derbirînê.

Cemal Îd, Tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan roja 28ê adara 2004an damezrand, bi rêya wê û malpera wê ya li ser înternêtê çanda mafên mirovan belavkir û madeyên derbarê mafên mirovan bi zimanê erebî li ser înternêtê zêde kir. Gelek nerînên cûda der barê dozine hiqûqî diyar kirin, li ser piştgirîya azadîyê kar kir ew jî bi rêya hetikandina binpêkirinên mafên mirovan re bû, piştgî û berevanîya qanûnî ji bo qurbanîya pêşkêş kir, gelek kampanîyên berevanîya girtîyên nerînan bi rê xistin, gelek xwendinên cidî der barê rewşa azadîya derbirînê û azadîya bikaranîna înternêtê li dewletên erebî belav kirin, her weha bi hezaran rojnamevan, parêzer û çalakvanên întenêtê li ser rastîyê, nivîsandina profêşinal û pabendîya bi nirx û bingehên mafên mirovan û dûrketina ji tawanên belavkirinê li gel wê pêşketina bi lez di warê têkilîyan û şoreşa agahîyan de.

Ji alîyekî din ve Cemal Îd pên pirtûxaneyên giştî yên belaş li herêmine cûda û xizan bi navê (Pirtûkxaneyên Rûmetê) vekirin, bi rêya wan pirtûkxaneyan wî mafên xizanan di peydakirina berhemên çandî de parast da ku karibin bigihên agahîyan û hizirên di hundirê xwe de bînin ziman. Eev piroje bi rêya nirxê xelata (berevankerê rûmeta mirovî) ya navdewletî ku li Almanyayê stend, bi cih anî.

Tekoşîna Cemal Îd ji çaxa xwendina wî dest pê kiriye ku wî karekî xêrxwaz di Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî de dikir, paşê wî dest bi berevanîya di ber xwendekar û karkeran de kir, piştre di 2004an de, ew tev li Tevgera Kîfayayê bû û ji ber tekoşîna wî ew çar caran hate zindankirin ta ku di 2011an de, tev li şoreşa 25ê Rêbendanê bû.

Cemal Îd karê xwe di warê mafên mirovan de berfireh kir û ne tenê li gel kesên ku gelek caran rastî binpêkirinan tên, sekinî, lê hemû karên neyasayî belge kirin û berevanî di ber hezarên qurbanîya ji alîyên siyasî yên cûrbecûr kir.

Cemal gelek xelatên navdewletî  ji bo mêrxasîya di warê berevanîya di ber mafên mirovan de, wergirtine. Wî xelata Serkirdeyên Demoqrasîyê ji projeya Demoqrasîyê li Rojhilata Navîn (POMED) di Sibata 2011an de wergirtiye, pişt re xelata Rûmeta Mirovî bo sala 2011an.

Ji ber helwestên xwe, Cemal Îd rastî gelek binpêkirin û îcrayên polîsan hat, ew gelek caran hate zindankirin û desthilatên belafirgeha Qahîreyê roja 4ê sibata 2016an, bêyî diyarkirina sideman û bê kaxezên qanûnî, ew ji derketina ji Misirê hate qedexekirin, paşê hisabê wî yê bankê hate sekinandin û ew ji milk û samanên wî di doza 173an ya sala 2011an bi dûr xistin.

Her weha desthilatan çalakîyên Pirtûkvaneyên Rûmetê bi dawî kirin û derîyên wan li ber zarok û xortên sûdwergir girtin û bi hezaran ji xelkên herêmên xizan ji van pirtûkxaneyan bêpar man.

Cema Îd rastî gelek kampanîyên reşkirinê ji alîyê ragihandina bi ser rêjîma leşkerî ya Misirê ve tê her weha bi sitemî rastî dozlêvekirinê di doza 173 ya 2011an tê, ku bi navê (girtina rêxistinên civaka sivîl)  tê naskirin, bi behaneya wergirtina pereya ji derveyê Misirê, ev yek jî cezaya karê wî yê berevanîya di ber mafên mirovan de û daxuyanîyên wî yên hetikandinê bû.

Cemal Îd ew e berevankerê hiqûqî yê sisêyan ku di nav kampanîya (piştgirîya berevankerên mafên mirovan û azadîya derbirînê) ku di sibata bûrî de dest pê kiriye, hatiye bijartin. Berevankera Tûnisî ya navdar Nezîhe Recîbe bo meha sibata 2017an hate bijartin, pişt re berevankerê mafên mirovan û nivîskarê bi navê Ehmed Mensûr ji Mîrîtîyên Erebî yên Yekbûyî yên ku hatibû girtin, weke berevankerê mafên mirovan û azadîya derbirînê bo meha adara 2017an hatibû bijartin.

Ji bo kesên ku dixwazin tev li kampanîyê bibin, seredana vê malpera

Tora Erebî: http://www.anhri.net

Malpera Meharat News: www.maharat-news.com

Malpera Navenda Kendavê ya Mafên Mirovan: www.gc4hr.org

Bikin, da ku hun awayên beşdar û pişygirîyê nas bikin.