Elcûra û Elqusûr – tawanên jibîrkirî

Di 25ê îlûna 2012an de, Hêzên Hikûmeta Sûrîyeyê êrîşî taxa Elcûra û Elqusûrê kir û komkujîyek der heqê bi sedan pêk anîn, van hêzan bidarvekirinên meydanî pêkanîn, termên qurbanîyan şewitandin û bidehan welatîyên sivîl girtin ku ta nuha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Dema ku hêzên hikûmetê êrîş birin ser taxa Elcûrayê, gelek xelkên taxê bi alîyê kolana Elwadî Elqerîb ve reviyan, Behaa Silêman dibêje: “êvarê, dema ku ez vegeriyam mala xwe ya nêzîkî mizgefta Elmuhacirînê, min komkijîyek dît, van hêzan karmendên firna Elnimeyê derxistin û ew di malekê de kom kirin paşê bûjeneke spî –bodra- bi ser wan de dakirin û tev şewitandin, tiştê ji vê madeyê ma li ser erdê û firaxên male ma.”

Şahid diyar dike “hin term bi temamî şewitî bûn û me nikarîbû nasnameya wan nas bikin, min yên din nas kirin, Ebdella Zihêr û du birayên wî Xelîl û Umer bûn, ew jî di gulîstana mizgefta Elmuhacirînê de hatin veşartin”. Yek ji şahidan der barê armanckirina hêzên rêjîmê de bo malbatan dibêje: “dema em ketin mala Al Silêbî de; me pênc term û goleke xwînê ya mezin dît, çar ciwan û pîremêrek bûn, term jihevketî bûn û kurman ji wan dixwar, di jêrmalê de jî me 4 termên dayikekê, du zarok û keçekê dît, tev bi guleyekê di serî de hatibûn kuştin.”

Rêxistina dadmendîya ji bo jîyanê; rêxistineke Sûrîyeyî ye li ser bibelgekirina binpêkirinên mafên mirovan kar dike, gelek lêpirsîn çêkiribûn û lêkolînerên rêxistinê 16 şahid dîtin û bi dehan vîdyo û wêne analîze kirin û bi rêya wan hate naskirin ku tawanên li taxa Elcûre û Elqusûrê yên 25, 26 û 27ê îlûna 2012an, armanckirineke malbatan – dizîya malan – sivikkirina mirîyan – derengkirina derbasbûna alîkarîyên mirovî – îşkencekirin û armanckirina kesên ku malbatên wan di nav opozisyonê de ne – bidarvekirinên bê dadgehkirin – tirsandina sivîlan – şewitandina mal û erebeyên sivîlan bûn û tev jî zêdeganî ne di qanûnên navdewletî de û divabe lêpirsîn di wan de were kirin.

Her du taxên Elcûra û Elqusûrê û taxa Elwadîyê; cihê komkujîyê ne, rêxistina Dadmendîya bo Jîyanê doza stendina tedbîrên pêwîst bo veguhestina doze bo dadgehên navdewletî dike ji nav wan jî dadgeha sizayê ya navdewletî an dadgehên taybet her weha ji hemû alîyên pêwendîdar; mîna hikûmeta Sûrîyeyê, civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî, dixwaze ku li gor berpirsyarîtîya çêkirina lêpirsînan di van tawan de be her weha cezakirina tawankaran û garantîkirina nedûbarekirina wan.

Bo daxistina çapa raporê ya PDF

Jêder: Rêxistina Dadmendîya bo Jîyanê