Doza Beşdarîya Siyasî ya Jinê Rastî êrîşan ji Alîyê Artêşa Elîslamê ve tê

Taybet – Musawat – Li gor daxuyanîyên çalakvanên Xûtaya Rojhilatî hate zanîn ku êrîşên dawîyê yên ku (Elhîrak Elşeibî) li ser Navenda Geşepêdana Navxweyî ku heman ofîsa Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan e, girêdayî doza beşdarîya jinê ya siyasî ye, ku grûpekê ji derdora sed kesî ji (Elhîrak Elşeibî)yê ya girêdayî Artêşa Elîslamê êrîşî ofîsê kiribûn û li karmendên ofîsê û kesên li wir xistibûn her weha ziyan gihandibûn ofîsê û telefonên destan û hin belge dizî bûn.

Êrîşkeran nedweyek ku li beşê navîn (derveyî herêma kontrolkirina artêşa Elîslamê) ku ji bo gengeşekirina rola jinê û çesipandina beşdarîya wê her weha gelek jin û hin ciwan tê de beşdar bûn di heman dema ku Heresta berê xwe dide beşdarîya jinê di hilbijartinên encumena navxweyî yên giştî de, ji xwe re kiribûn behane. Berpirsê (Elhîrak Elşeibî)yê li Xûtaya Rojhilatî di daxuyanîyekê de der barê êrîşên dawî de got : “hin kesayet ji taxên Dûmayê li ser derketina xwpêşandanan dijî hebûna proje û kongireyên ku doza pêşxistina rol û azadîya jinê di civakê de dikin, rijd bûn, ji lew re hin kesayet ji (Elhîrak Elşeibî)yê neçar man ku bi wan re biçin da ku dengê kolanê bigihînin” û xuya dibe ku ev yek di adetên (Elhîrak Elşeibî)yê de tê wateya êrîş, lêxistin û dizîya ofîsê.

Hêjayî bibîranînê ye ku Navend  di dawîya 2013an de rastî êrîşeke wiha ji alîyê grûpên opozisyonê yên girêdayî Artêşa Elîslamê ve hatibû û her çar çalakvanên Navendê; Rezan Zeytûna, Semîra Elxelîl, Wail Himadê û Nazim Himadê, hatibûn revandin û çarenûsa wan ta nuha jî nediyar e.